Li girtîgehên Alanya û Edeneyê êşkence zêde bû

Li girtîgehên Alanya û Edeneyê ên bajarê Tirkîyê berdana girtiyan tê astengkirin, girtî di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê de têne girtin.

Li girtîgehên Alanya û Edeneyê êşkence zêde bû
25 hezîran 2024   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa L ya Alanyaya Antalyayê ên bajarê Tirkiyê  înfaza gelek girtiyan şewitand û berdana wan asteng kir.

Rojda, Leyla û Hatîce Kaçmaz ku girtiyên 30 sal in tên ragirtin û paşnavên wan nehatine zanîn ji bor ferzkirina poşmantiyê qebûl nekirine berdana wan hatiye astengkirin.

Berdana Hatîce Kaymakê ku cezayê xwe yê 9 salan temam kiriye, bi hinceta cezayên dîsiplînê û ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye ev 2 sal in tê taloqkirin.

EDENE

12 girtiyên di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T ya Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, di 6’ê hezîranê de sewqî Girtîgeha Tîpa Y ya Sûlûcaya Edeneyê kirin. Girtiyên di hucreyên yekkesî de tên ragirtin bi riya parêzerên xwe ve binpêkirinên mafan ên li dijî wan tên sepandin wiha parve kirin: “Em di germehiya Edeneyê de di qawîşên yekkesî de tên ragirtin. Di qawişan de ne sarinc heye ne jî perwane. Me rojê carekê derdixin hewşê û di nav şert û mercên giran de tên ragirtin. Em banga hestiyariyê ji raya giştî û cemaweriyê dikin. Em dixwazin şert û mercên halê hazir werin guherandin.”

Navên girtiyan wiha ne: Haci Alagaş, Mehmet Emîn Ado, Necmettîn Kipçak, Vedat Bayram, Umît Çakir, Îmran Esmer, Mehmet Çagla, Hasan Şahîn, Mûstafa Ozer, Erbîl Ermegan, Celal Ercan û Şehmûs Mûtlû.