Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike

Li başûrê Lubnanê şerê Îsraîl û Hizbullah dewam dike.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike
3 tîrmeh 2024   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev bi balafiran baregehên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniyê, avahiya Hizbullahê ya li bajarokê Eytirûn, her wiha binesaziyên wê yên li bajarokên Belîda, Yarûn û Teyr Herfa yên li başûrê Lubnanê hatine bombebarankirin.

Artêşa Îsraîlê her wiha diyar kir ku "ji bo rakirina gefan" wê bi obîsan jî deverên nêzî bajarokên Lebûne û Şîhînê daye.

Hizbullaha Lubnanê duh (2 Tîrmeh) bi daxuyaniyan ragihandibû ku baregehên Îsraîlê bi obîs û roketan kirine hedef. Di daxuyaniyên Hizbullahê de hate gotin, baregeha Cel Elam a Îsraîlê bi obîsan û baregeha Kiryat Şempna bi roketên katyuşa topbaran kirine. Hizbullahê ev êriş wek "bersiva li hemberî êrişên Îsraîlê" destnîşan kir.

Ji destpêka şerê Îsraîlê û Hemasê (Cotmeha 2023) ve, li herêmên sînor ên başûrê Lubnanê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de şer rû dide.

(bb)