Mala Êzidî: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çi pêwîst e em ê bikin

Mala Êzidî û Yekitiya Êizidiyan a Sûriyeyê diyar kir ku azadiya civata êzidî bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Mala Êzidî: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çi pêwîst e em ê bikin
Mala Êzidî: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çi pêwîst e em ê bikin
Mala Êzidî: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çi pêwîst e em ê bikin
Mala Êzidî: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çi pêwîst e em ê bikin
25 hezîran 2024   15:10
HESEKÊ

Şandeyeke Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdana Mala Êzidî ya kantona Cizîrê ya li gundê Berzan ê bakurê Hesekê kir.

Şandeya însiyatîfê ji berdevkê wê Ferzende Munzir û endamên însiyatîfê Nuha Omer û Fuad Cûlî ve pêk hat ku ji aliyê hevserokê Mala Êzidî ya kantona Cizîrê Îsmaîl Delf û endamên yekitiyê Fewaz Abo ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de, berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir behsa armancên pêngava navneteweyî kir.

Hevserokê Mala Êzidî Îsmaîl Delf jî got: "Em çi bikin lê nikarin heqê Rêber Abdullah Ocalan bidin. Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da civata êzidî. Ew dîroka wê baş nas dike û PKK`ê jî banga parastina wê kir. Me dît çawa şervanên PKK`ê ji bo parastina êzidiya, daketin Şengalê û ew parastin."

Delf wiha domand: "Divê em li derve û dewletên Ewropayê pêngavekê bidin destpêkirin ji bo ku dengê xwe ragihînin saziyên hikumetên li wir û rêxistinên hiqûqî ta ku armanca xwe ya sereke ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Delf destnîşan kir ku êzidî, niha bûne xwedî destûr û maf û di nav aştiyê de ayînên xwe dikin û got: "Çi ji me bê xwestin em hazir in. Em bang li gelê xwe yê li cîhanê dikin ku tev li pêngava navneteweyî bibin."

Endamê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Fewaz Abo jî got: "Rêber Abdullah Ocalan bang li şervanên azadiyê kir ku li gelê êzidî miqate bin. Ji ber wê, destwerdan kir û ew ji zulm û qirkirinê xilas kir ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî wan pêk dianî."

Abo ev li gotinên xwe zêde kir: "Em deyndarên Rêber Ocalan in. Divê em vê deynê bidin. JI ber ku ramanên wî ne tenê yên gelê Kurd in lê belê yên gelên azadîxwaz in."

Abo diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bi destxistin, çi pêwîst e dê bikin û got: "Azadiya civata êzidî bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye."

Di dawiya serdanê de, însiyatîfê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji Mala Êzidî re pêşkêş kirin.

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de ev demek e bi hêz û rêxistinên siyasî, civakî û olî re dicive. Duh serdana Meclisa Civakî ya Ermenî ya li Qamişloyê kiribû.

(şx)

ANHA