Li Siwêdayê daxwaza tunekirina gendeliyê

Protestoyên gel ên li Siwêdayê dewam dikin. Xwepêşandêrên îro diyar kir ku ew ê “heta tunekirina gendeliyê û xilasbûna ji koletiyê” çalakiya xwe bidomînin.

Li Siwêdayê daxwaza tunekirina gendeliyê
Li Siwêdayê daxwaza tunekirina gendeliyê
Li Siwêdayê daxwaza tunekirina gendeliyê
21 mijdar, 2023   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev zêdetirî 3 mehan e xelkê parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê ji bo “hilweşandina rejîmê”, pêkanîna biryarên navneteweyî û berdana girtiyên di girtîgehên hikumeta Şamê de protestoyan li dar dixe.

Îro jî bi dehan şêniyên bajêr li Qada El Kerame kom bûn û dest bi çalakiyê kir. Di çalakiya îro de pankartên “Kevirên li welatê min bûne kêlikên gorên xewnên welatê min” û “Rêbaza yekane ya tunekirina gendeliyê û rizgarbûna ji koletiyê û zilmê şoreş e” hatin rakirin.

Ji destpêka xwepêşandanên li Siwêdayê ve hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê bi zanabûn xwe nêzî xwepêşandêran nakin, lê belê li herêmên din ên Sûriyeyê serweriya xwe xurttir kirine û hemleyên girtinê zêde kirine.

(c)