Li Siddik Akiş 19 sal û 6 meh cezayê hepsê hat birîn

Dadgeha bajarê Colemêrgê ya li bakurê Kurdstanê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş birî.

Li Siddik Akiş 19 sal û 6 meh cezayê hepsê hat birîn
5 hezîran, 2024   13:55
NAVENDA NÛÇEAYN

Di danişîna doza Hevşaredarê bajarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ceza lê hat birîn. 

Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Akiş birî. Her wiha der barê Akiş de biryara girtinê da.