Li Şamê li dijî bihakirina elektrîkê xwepêşandan hat lidarxistin

Komeke şêniyan li Şamê li dijî bilindbûna buhayê elektrîkê xwepêşandanek li dar xist. Şêniyan daxwaza ji nû ve nirxandina biryara bilindkirina buhayê elektîkê kir.

Li Şamê li dijî bihakirina elektrîkê xwepêşandan hat lidarxistin
29 ÇILE, 2026   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li ber avahiya Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li Şamê, komeke şêniyan ji bo protetokirina bilindkirina buhayê elektrîkê, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran daxwaza ji nû ve nirxandina biryar bilindkirina buhayê elektrîkê kir û hişyarî dan ku ev bihabûn dê bandorê li ser şert û mercên jiyana şêniyan bike.

Xwepêşandêran destnîşan kir ku elektrîk jixwe tenê di rojê de çend saetan peyda dibe, lê tevî vê yekê, fatûreyên bilind tên dayîn.

Xwepêşandêran got bihabûna elektrîkê barê welatiyan giran kiriye û doza kêmkirina wê kir.