Dosyaya Gulistan Tara û Hêro Behadîn radestî nûnertiya YE’yê hate kirin

Dosyaya şehîdkirina her du rojnamevanên jin ên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê ya Iraqê hate kirin.

Dosyaya Gulistan Tara û Hêro Behadîn radestî nûnertiya YE’yê hate kirin
12 mijdar 2024   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şandeyeke Nûnertiya Yekitiya Ewropaya (YE) ya Iraqê ku ji cîgirê balyozê YE’yê yê Ewropa yê Iraqê David Hilly, berpirsê Beşê Alîkariya yê Nûnertiya YE’yê ya Iraqê Lînart Derider û berpirsê Ofîsa Têkiliyên YE’yê ya Hewlêrê îro serdana Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan kirin.

Rojnamevan û berpirsê Beşa Soranî yê Şîrketa Çetir (Chatr Company) Berhem Letîf tevlî civîna ku tê de atmosfera karê çapemeniyê li Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin, bû.

Di civînê de dosyaya şehîdkirina her du rojnamevanên jin ên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku 23’yê Tebaxa 2024’ê de di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê şehîd bûn, radestî şandeya Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya Iraqê hate kirin.