Li Reqayê dijî DAIŞ’ê operasyon: 18 çete û gumanbar hatin girtin

QSDˈê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Reqayê li dijî  şaneyên çeteyên DAIŞˈê operasyoneke lidar xist. Di operasyonê de 18 çeteyên DAIŞˈê û gumanbar hatin girtin.

Li Reqayê dijî DAIŞ’ê operasyon: 18 çete û gumanbar hatin girtin
22 kanûn, 2024   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di vê pevajoya dawî de, DAIŞˈê ji tevlîheviya rewşa Sûriyeyê sûd wergirt, hem li devera herêma Çolistanî (Badiye) û hem jî li deverên din gelek cebilxane û derfet xistin destê xwe. Yek ji van deveran Reqa û gundewarên wê bû. Ji ber vê yekê, şevê din (21 kanûn 2024)  hêzên me û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Reqayê dijî şaneyên DAIŞˈê operasyonek hevbeş pêk anîn. Di operasyonê de 18 çeteyên DAIŞˈê û kesên gumanên tevkariya wan a bi DAIŞ`ê re hene, hatin girtin."

(bb)