Li Qamişloyê 2 çete hatin girtin

Li bajarê Qamişloyê di oprasyoneke hêzên TOLˈê yên QSDˈê de 2 çeteyên DAIŞˈê hatin girtin.

Li Qamişloyê 2 çete hatin girtin
26 ÇILE, 2025   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) bi daxuyanekê aşkera kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên hêzên wan li bajarê Qamişloyê di encama operasyonekê de 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Daxuyanî wiha ye:

"Duh (Şemiyê), Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li bajarê Qamişloyê operasyonek li dijî şaneyeke rêxistina terorîst a DAIŞˈê ya ku hewl dida li bajêr êrişên terorê pêk bîne, li dar xist.

Piştî ku hêzên me xebatên lêgerîn, lêkolîn û berhevkirina agahiyan li ser şaneyê bi dawî kirin û cihê ku xwe tê de vedişartin nas kirin, dest bi operasyonê kir. Di encamê de du endamên şaneyê bi navê Usame Mihemed El Ehmed û Îsa Mihemed ElEhmed, hatin girtin.

Her du terorîstan plan dikirin bi rêya danîna teqemeniyan û êrişên li dijî cihên giştî û taybet kiryarên terorîstî pêk bînin.

Hêzên me tekez dikin ku ew ê rê nedin kiryarên şaneyên rêxistina terorîst û dê tim li pey bermahiyên wê bin heta ku wan koka wan rakin û ewlehî û aramiya herêmê biparêzin. "

(k)