Li Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan gel daket qadê

Bi sedan kesan li Qamişlo bi durişma "Rêberê azad, gelê azad" daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.

5 tîrmeh, 2026   22:34
QAMIŞLO

çalakiya ku ji aliyê xelkê Qamişlo ve hate destpêkirin, li Stadyuma Heysem Kiço ya li bajêr, bi beşdariyeke berfereh pêk hat.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, li ser navê Înîsiyatîfa Gel Remziya Mihemed axivî û silavên ji Qamişlo ji Îmraliyê û rêber Ocalan re şan.

Remziya got, "Cîhan di şeran re derbas dibe, di heman demê de rêber qonaxek aştî û civakeke demokratîk li hember rejîmeke otorîter ragihand ."

Remziye destnîşan kir ku tevî zêdetirî salek di ser banga rêber a ji bo aştî û civakeke demokratîk re derbas bûye jî, Tirkiyeyê bersiv nedaye.

Her wiha got, "Bi vê gavê, rêber şer û kuştin bi dawî anî, tevî tecrîd û girtinê. Bi felsefeya xwe, wî karîbû ragihandina projeya civakek demokratîk rewşa li Tirkiyeyê bi biguherîne." Piştî axaftinê, çalakî bi pêşandanên hunerê yên koma "Yasna ya Heyva Zêrîn" berdewam kir.

Helbestvan Ferhat Merdê, hunermend Nisrîn Botan, hunermend Baran û hunermend Daniş Botan jî beşdarî çalakiyê bûn û helbest û stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

(k)

ANHA