Li kolan û dîwarên Qamişloyê 4’ê Nîsanê
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê kolanên Qamişloyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin û li ser dîwaran wêneyên ku Rêber Ocalan têne xêzkirin.
Di nava çalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4’ê Nîsanê) ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, kolanên bajaran bi wêne û tabloyan hatin xemilandin.
Xaçerêyên sereke û kolanên Qamişloyê ya kantona Cizîrê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin.
Li dîwarên derve yên Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê wêneyên ku beşên jiyana Rêber Ocalan nîşan didin û ala PKK'ê hatine xêzkirin.