Li Kobanê du şehîd bi merasîmeke biheybet hatin oxirkirin

Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî û bi heybet şehîd Henîf Kobanê û Mistefa Terbûş oxir kirin.

10 hezîran, 2025   20:19
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xwerser bi merasîmek biheybet şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)`ê şehîd Henîf Kobanê û şehîd Mistefa Terbûş li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir kirin.

Henîf Kobanê (Henîf Ehmed Nebî) û Mistefa Terbûş (Mistefa Îbrahîm Terbûş) dema erk û mîsyonên xwe yên şoreşgerî bi cih dianîn, di encama nexweşiyên giran de di 8’ê Hezîrana 2025’an de şehîd bûn.

Di merasîmê de berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xweset û bejana xwe li hember darbestên her du şehîdan tewand.

Eyşe Efendî diyar kir ku her du şehîd bi temenmezin bi hemû hêza xwe têkoşîn kirin û heta kêliya dawiyê li ber xwe da û got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîd Henîf û Mistefa bê dudilê têkoşîn kirin û ji bo azadiya xwe û azadiya gelê xwe li ber xwe da. Divê em jî xwedî li têkoşîna wan derkevin û şopdarê rêça wan bin."

Keça şehîd Henîf, ku endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya Kantona Firatê ye, Dicle Ehmed anî ziman ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û wiha got: "Di şexsê her du şehîdan de em bejna xwe li hember darbestên wan de ditewînin û em ê her tim xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û şopdarê rêya wan bin. Em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û têkoşîn bikin heta ku em digihêjin serkeftinê."

Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mehmûd Mehmûd diyar kir ku ew tu carî keda şehîdên xwe li erdê nehêlin û wê her tim têkoşîn bikin û li ber xwe bidin heta ku ew bigihêlin asta serkeftinê û got: "Em ê şopdarê rêça şehîdên xwe bin û ala serkeftinê hildin jor û em ê xewn û xeyalên şehêdên xwe pêk bînin."

Piştî axatinan wesîqeyên her du şehîdan hetin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi tiliyên serkeftinê û dirûşma "Şehîd namirin" hatin definkirin.

(mm/fr)

ANHA