Desteya Perwerdê û Fêrkirinê tedbîrên ji bo ezmûnên mînhaca rejîma berê aşkera kirin

Piştî civîna di navbera komîteyên hevbeş ên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de, desteyê tedbîr û perspektîvên ji bo tomarkirina proseya ezmûnên mînhaca rejîma berê, aşkera kirin.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê tedbîrên ji bo ezmûnên mînhaca rejîma berê aşkera kirin
10 hezîran, 2025   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî danê nîvro, di navbera komîteyên hevbeş ên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de li Hesekê civînek hat lidarxistin. Civîn li ser hevkariya têkildarî proseya ezmûnên bawernameyên navîn û amadehî ya mînhacên rejîma berê ya Sûriyeyê hat lidarxistin.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî civînê rêzetedbîr û perspektîvên ku divê ji bo tomarkirina ezmûnan li navendên diyarkirî yên li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin pêkanîn, girtin û dan.

Tedbîr û perspektîvên desteyê di civînê de girtine û dane wiha ne:

"Ji bo birêxistinkirina proseya ezmûnan û misogerkirina hêsaniya tomarkirina xwendekarên dixwazin ezmûnên navîn ên li gorî mînhaca Şamê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş bikin, em ji xwendekarên xwe yên hêja re tedbîr û şertên guncaw ên tomarkirinê li gorî usûlên hatine pejirandin, diyar dikin û wiha ne:

1-Xwendekarên dixwazin xwe tomar bikin û berê nikarîn xwe tomar bikirana; divê yek ji van belgeyan bînin:

-Eger hebe nasnameya takakesî yan jî belgeyek qeydê ya kesî yan jî lênûska malbatê (li şûna van belgeyan kopî nayê qebûlkirin).

-Navê çaremîn (nav, navê bav, navê bapîr û paşnav).

-22500 lîreya Sûriyeyê ji bo tomarkirina ezmûnên navîn.

2-Xwendekarên dixwzin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin divê van belgeyan bi xwe re bînin:

-Karta ezmûnan an jî kopyek ji kartê yan jî karta tomarkirinê yan jî kopyek ji karta tomarkirinê û tu pereyan ji bo vê nade.

-Tomarkirina xwendekarên qonaxa navîn ji 11/6/2025 heta 16/6/2025’an dest pê dike.

-Demên tomarkirinê saet ji 8’an sibehê heta 5’an êvarê ye.

Navendên tomarkirinê:

-Rêveberiya Dibistanan a Heselê li taxa Nasire

-Rêveberiya Dibistanan a Qamişlo, li taxa Sînaa, li kêlek Nexweşxaneya Dil û Çavan

-Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê li herêma 7 Kîlo (Çerxerêya Meamil)

-Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê, li kêlek Çerxerêya Saetê

-Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Tebqayê, li taxa Sanî (duyemîn), li kêlek avahiya Rêveberiya Dergehan

-Rêveberiya Dibistanan a Sirînê, li Sirînê, li kêlek navenda çandê.

(fr)