Li Idlib û Helebê hêrsa li dijî çete û dagirkeran

Li bajarê Idlibê û gundewarên rojavayê Helebê xwepêşandan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin lidarxistin.

Li Idlib û Helebê hêrsa li dijî çete û dagirkeran
8 adar, 2024   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Idlibê û bajarokên wê Erîha û Kelî, Hezrano, Binş, Waldana û Sermeda li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê xwepêşandan hatin lidarxistin.

6’ê Adarê li bajarê Etarib ê rojhilatê Helebê jî jinan li dijî çeteyên "Tehrîr El Şam" xwepêşandan li dar xistibû.

(bb)

ANHA