Li Hesekê firoşkarekî narkotîkê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi operasyonekê firoşkarekî narkotîkê li bajarê Hesekê girt û pê re hezar û 726 hebên hişbirê desteser kirin.

Li Hesekê firoşkarekî narkotîkê hate girtin
23 hezîran, 2024   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî têkildarî operasyonê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Hêzên me yên Têkoşîna li dijî Madeyên HIşbirê 20`ê Hezîranê, firoşkarekî narkotîkê li bajarê Hesekê girtiye."

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku piştî xebatên şopandinê, komkirina delîlan û agahiyan, bi ser cihê firoşkar lê dimîne de hatiye girtin û ew û hezar û 726 hebên narkotîkê pê re girtin.

Di daxuyaniy êde hatiye diyarkirin ku firoşkar tevî hebên pê re hatine desteserkirin ji Desteya Dozgeriya Giştî re hatiye veguhastin.

(şx)