Li herêmên dagirkirî 2 çete birîndar bûn

Li Efrîn û Babê di navbera komên çeteyan de şerên giran derketin. Hate diyarkirin ku di şer de 2 çete birîndar bûne.

Li herêmên dagirkirî 2 çete birîndar bûn
19 adar, 2024   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên dagirkirî alozî û tevlihevî dewam dikin. Duh bi şev li bajarên Efrîn û Babê di navbera çeteyan de şer derketin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih, li kolana Siyase ya bajarê Efrînê di navbera komeke çete ya ji bajarokç Endan ê Helebê û çeteyên El Hemzat de şer derket. Çavkaniyan da zanîn ku di şer de 2 çete birîndar bûne.

Her wiha li bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê jî di navbera çeteyên dewleta Tirk ên girêdayî qebîleya El Mewalî û çeteyên Feyleq El Şam de şerekî giran qewimî.

Li herêmên dagirkirî gelek caran li ser parvekirina diziyan şer di navbera çeteyan de derdikevin.

(bb)

ANHA