Li Hecînê civîn bi cotkaran re hat lidarxistin

Yekitiya Cotkaran a Kantona Dêrazorê civîneke berfireh bi cotkarên bajarê Hecînê re li dar xist. Di civînê de zehmetiyên di qada çandiniyê de hatin nîqaşkirin û ji bo dema bê pêşniyar û plnasazî hatin pêşkêşkirin. Desteya Çandiniyê soza bicihanîna pêşniyaran da.

Li Hecînê civîn bi cotkaran re hat lidarxistin
Li Hecînê civîn bi cotkaran re hat lidarxistin
Li Hecînê civîn bi cotkaran re hat lidarxistin
Li Hecînê civîn bi cotkaran re hat lidarxistin
Li Hecînê civîn bi cotkaran re hat lidarxistin
Li Hecînê civîn bi cotkaran re hat lidarxistin
Li Hecînê civîn bi cotkaran re hat lidarxistin
6 mijdar, 2025   16:06
DÊRAZOR

Yekitiya Cotkaran û Desteya Çandiniyê ya Kantona Dêrazorê civîneke berfireh bi cotkarên bajarê Hecînê re li dar xist. Di civînê de daxwaz û pêşniyarên cotkaran hatin girtin.

Di civînê de bi dehan cotkarên bajêr û endamên Yekitiya Cotkaran, rêxistinên civaka sivîl, saziyên sivîl, komeleyên çandiniyê û Desteya Çandinî û Avdanê beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Kantonê Rîm El Faris li ser qonaxa siyasî ya heyî axivî û girîngî bi mafê gelan ê diyarkirina çarenûsê bê destwerdanên derve, da.

Hevseroka Yekitiya Cotkaran a kantonê Sece El Hiwêdî got ji dema damezirandina yekitiyê ve di 2020'an de, gavên mezin ji bo rêxistinkirina çandiniyê û xurtkirina cotkarên herêmê hatine avêtin.

Piştre cotkaran pirsgirêk û zehmetiyên li pêşiya xwe yên ji ber kêmbûna av, sotemenî û amûrên çandiniyê anî ziman û diyar kir ku divê komeleyên çandiniyê li gorî sîstemên nû werin nûkirin û karê hevbeş were pêşxistin.

Cotkaran daxwaza peydakirina semad û tov û pêşkêşkirina qerzên mewsimî ji bo berfirehkirina rûberên çandiniyê di mewsima bê de, kir.

Hevserokê Desteya Çandiniyê ya kantonê Hesen El Celûd got deste dê pêşniyaran lêkolîn bike û ji bo piştgiriya mewsima bê ya zivistanê li gorî derfetên heyî amadekariyê bike.

(mh)