Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin

Li bakurê Kurdstanê di serdegirtinên malan de Seroka MKG’ê Roza Metîna û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
26 mijdar, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdozgeriya Komarê ya Anqereyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li 19 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hatiye girtin. Hat ragihandin ku ji bo 50 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayin. Hat hînbûn ku di dosyayê de derbarê lêpirsînê de biryara astengkirinê hatiye dayîn.

 AMED

 Polîsan bi ser malên Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girtin.

 MÊRDÎN

 Di serdegirtinên malan ên li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20) û Ronî Şîmdî (17) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Hat zanîn ku kesên behsa xeberê bi hinceta tevlibûna protestoyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin.

 ÊLİH

 Li Êlihê jî di serdagirtina malan de rojnameger Mehmet Ucar hat binçavkirin.

 Şirnex

 Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.

 STENBOL

 Li Stenbolê di saetên sibê de polîsan bi ser gelek navnîşanan de girt. Di serdegirtina malan de Erdogan Alayumat, Hamza Kagan, Bîlge Aksu, Ahmet Sûmbûl, Ardin Dîren û endamê Komeleya Mafên Mirovan Nîmet Tanrikûlû hatin binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku di serdegirtina mala rojnameger Gulcan Derelî de jî ew ne li malê bû ye.

 RİHA

 Li Rihayê di serdegirtina malan de 2 welatiyên bi navê Kubilay Yıldız û Ayfer Haykır hatin binçavkirin.

 Dêrsim

 Li Dêrsimê jî danê sibehê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku di serdegirtinê de welatiyên bi navê Enes Boran, Şiyar Ataş, Velî Akyol û Aynur Can ên nûnerên kargeha Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetê (SES) hatin binçavkirin.