Li Fînlandiyayê pergala hevserokatiyê hat gotûbêjkirin

Foruma Jinên Sûriyeyê ku li Fînlandiyayê hat lidarxistin, dijwariyên li pêşberî jinên Sûriyeyê, mijara jinên revandî û mijara pergala hevserokatiyê, hat gotûbêjkirin.

19 mijdar, 2025   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, Navenda Hevkariya Rojava-Fînlandiyayê, bi hevkariya çalakvanên ji pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê, Foruma Jinên Sûriyeyê li Fînlandiyayê li dar xist. Rrêxistin û kesayetên Fînlandî, û nûnerên ji civakên cihêreng beşdar bûn.

Di forumê de, beşdaran li ser pirsgirêkên ku jinên Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin, di serî de dijwarîyên ku ew di nava şer û rejîma berê de pê re rû bi rû mane, her weha mijara jinên ku ji hêla çeteyên dewleta Tirkiyeyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatine revandin, gotûbêj kirin.

Di forumê de, pergala hevserokatiyê wekî modelek wekhevî û hevkariyê hate destnîşan kirin, û hat pêşniyarkirin ku ev model li seranserê Sûriyeyê were pêkanîn.

(k)