Li Ezazê teqîn: 8 kuştî, 23 birîndar

Li bajarê Ezazê erebeyeke bombebarankirî teqiya. Hate ragihandin ku di encama teqînê de 8 kes hatine kuştin û 23 kes birîndar bûne.

Li Ezazê teqîn: 8 kuştî, 23 birîndar
31 adar, 2024   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh li kolana Cisir a bajarê Ezazê yê dagirkirî yê girêdayî Helebê erebeyek teqiya. SOHR diyar kir ku di encama teqînê heta niha 8 kes hatine kuştin û 23 kes birîndar bûne.

Heta niha tu aliyekî  teqîn negirtiye ser xwe.

(bb)