Li Dêrazorê Meclisa Gelan civîna xwe ya asayî li dar xist

Meclisa Gelan a kantona Dêrazorê meclisa herêma başûrê ku ji 7 gundan pêk tê nû kir û hin kesên nû di saziyên Rêveberiya Xweser a kantonê de tayîn kirin.

Li Dêrazorê Meclisa Gelan civîna xwe ya asayî li dar xist
Li Dêrazorê Meclisa Gelan civîna xwe ya asayî li dar xist
Li Dêrazorê Meclisa Gelan civîna xwe ya asayî li dar xist
Li Dêrazorê Meclisa Gelan civîna xwe ya asayî li dar xist
Li Dêrazorê Meclisa Gelan civîna xwe ya asayî li dar xist
10 kanûn, 2025   16:24
DÊRAZOR

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê, bi amadebûna endamên Meclisa Gelan, Meclisa Rêveber, şêx û rûspiyên eşîrên kantona Dêrazorê, civîna xwe ya asayî li hola Meclisa Çand û Ronakbîriyê li dar xist.

Rûniştin bi xêrhatina ji hêla dîwanê ve dest pê kir, dûre şêwirmendê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Şiyar Mihemed rewşa siyasî ya li Sûriyeyê nirxand. Mihemed da zanîn ku Sûriyeyê di qonaxeke hesas re derbas dibe û çavên tevahî cîhanê lê ye.

Piştî nirxandina siyasî, endama Desteya Serokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Huda El Xenam naveroka rûniştina berê ji bo dengdayînê xwend. Piştre hevserokên di vê dawiyê de hatine tayînkirin sond xwarin, erk û navên wan wiha ne; hevseroka Desteya Enerjiyê Rîm Ebdulqadir, hevserokê Desteya Darayî Seqir El Meter, Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Mezher Ebod, hevserokê Desteya Hundirîn Mehmûd El Xelof û hevseroka Meclisa Yekitiya Şaredariyan Hîbe El Zari.

Girêdayî mijarê, pêşniyara Meclisa Rêveber a kantonê ya nûkirina mecliseke taybet bi herêma başûr ku ji 7 gundên pêk tê, ku di vê dawiyê de hatine kontrolkirin hat xwendin. Di nivîsê de hat gotin ku pêwîst e ev meclis were nûkirin. Şêniyên van deveran nêzî 200 hezar heta 230 hezar kesî ye.

Rûniştin bi erêkirina nûkirina meclisa herêma başûr, sondxwarina kesên nû hatine tayînkirin bi dawî bû.

(fr)

ANHA