Li Derayê çekdarekî hikumeta veguhêz hat kuştin

Hate ragihandin ku li gundewarê Derayê de di pevçûneke di navbera hêzên hikumeta veguhêz û fermandarekî berê ya komeke xwecih de çekdarekî hikumeta veguhêz hat kuştin û yek din birîndar bû.

Li Derayê çekdarekî hikumeta veguhêz hat kuştin
26 cotmeh, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarokê Qerfa yê gundewarê Derayê bi ser mala fermandarekî berê ya komeke çekdar a xwecih de girt. 

SOHR’ê diyar kir ku di dema serdegirtinê de pevçûn di navbera hêzên hikumetê û fermandarê berê yê koma çekdar de derket. Di encamê de çekdarekî hêzên hikumetê hat kuştin û yek din birîndar bû.

SOHR’ê da zanîn ku pevçûn bêyî girtina fermandarê berê bi dawî bû. Her wiha îşaret pê kir ku piştî serdegirtin tirs di nava şêniyan de çêkir.

24’ê Îlonê jî li rojavayê Derayê li ser rêya di navbera bajarokên Yadude û Mizêrîbê de endamekî "Hêzên Ewlehiya Giştî" yên hikumeta veguhêz di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin.

(bb)