Li Çilaxa agir bi firêzeyê ket: Dar şewitîn

Tîmên agirkujiyê yên bajarê Çilaxa şewata firêzeyê ya li gundê Alqos ê li bakurê bajêr vemirand. Di encama şewatê de agir bi darên li nêzî gund ket.

Li Çilaxa agir bi firêzeyê ket: Dar şewitîn
23 hezîran, 2024   19:47
QAMIŞLO

Li firêzeyên gundê Alqos ê li bakurê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê şewatek çêbû û heta bi gund çû. Di encamê de darên li derdora gund şewitîn.

Tîmên agirkuj ên bajêr bi hevkariya şêniyan şewat vemiran. Lê di encama şewatê de gelek dar şewitîn.

Tîmên agirkujiyê yên Çilaxa bi hevkariya xelkê gund agir vemirand.

Ajansa me hefteya borî raporek li ser metirsiyên şewitandina firêzeyan û bandorên wan li ser jîneweran amade kiribû. Her wiha Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 30'ê Nîsanê de biryarnameyek weşandibû û tê de şewitandina firêzeyan qedexe kiribû.

Di hewldana vemirandina şewata firêzeya li gundê Dêrna Qulinga yê bajarê Tirbespiyê de, ciwanê bi navê Mesûd Eyûb jiyana xwe ji dest dabû.

(mh)