Li 4 bajarên herêma Cizîrê nasnameyên 26 gerîlayên şehîd dê bên ragihandin

Meclisên malbatên şehîdan nasnameyên 26 gerîlayên şehîd li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs dê ragihîne. Amadekariyên lidarxistina merasîmê li Qamişloyê tên kirin.

Li 4 bajarên herêma Cizîrê nasnameyên 26 gerîlayên şehîd dê bên ragihandin
13 cotmeh, 2026   11:57
QAMIŞLO

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê dest bi ragihandina nasnameyên 26 gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di salên cuda de şehîd bûne, kir.

Meclis ji bo ragihandina nasnameyan niha serdana malbatan dike.

Li gorî agahiyên ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê dane, li Qamişloyê 20 şehîd, li Amûdê 2, li Tirbespiyê 3 û li Til Hemîsê şehîdek hene.

Meclisa Malbatên Şehîdan amadekariyên lidarxistina merasîmê xiyabî û sersaxiyê li Stadyuma Heysem Kiço ya li Qamişloyê dike. Merasîm sibê saet di 10:00`an de dê dest pê bike.

Meclisê bang li şêniyên herêma Cizîrê kir ku beşdarî merasîmê bibin. Tê payîn ku îro wesîqeyên şehadetê yên şehîdan bi awayekî fermî werin ragihandin.

(sb)

ANHA