‘Konferansa Yekrêziyê dê bibe wesîleya lidarxistina kongreya kurdistanî’

Parlamanterê DEM Partiyê Serhat Eren da zanîn ku lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng bû û dê bibe wesîleya lidarxistina kongreya kurdistanî.

‘Konferansa Yekrêziyê dê bibe wesîleya lidarxistina kongreya kurdistanî’
30 nîsan, 2025   07:25
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Parlamanterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren ku beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûbû, der barê girîngiya konferansê de ji ANHA’yê re axivî.

Serhat Eren kêfxweşiya ya ji bo hatina wan a li Rojava anî ziman û got: "Em gelekî kêfxweş in ji bo hatina me ya li Rojava û tevlêbûna vê konferansê."

Serhat Eren destnîşan kir ku beriya niha Kurdan yekitiya xwe ava nekir lewra rastî gelek komkujiyan hatine û wiha dom kir: “Wek tê zanîn di dîrokê de Kurd rastî gelek komkujiyan hatin, ji ber ku Kurdan wê demê yekitiya xwe ava nekiribû; mîna komkujiyên Helebce û Enfalê. Her wiha li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund û bajarên me hatin valakirin û şewitandin.”

Eren di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku serkeftina Kurdan bi ruhê berxwedan û rizgarkirina Kobanê hate xuyakirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di her demê de gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye dîrok, lê îro dîroka xwe bi xwe nivîsand. Pêkanîna vê konferansê gelekî hêja ye."

Serhat Eren got: "Konferansa ku li Rojava hate lidarxistin dê bibe wesîle û bingeha giştî ji bo kongreya her çar parçeyên Kurdistanê. Jixwe ev yek di encama konferansê de diyar bû, Rojava careke din pêşengî kir ku konferanseke bi vî rengî li dar xist. Rast e Rojava biçûk e lê bandora xwe li her çar aliyên Kurdistanê heye."

Serhat Eren bal kişand ser pêvajoya piştî konferansê jî got: “Rojavayê Kurdistanê ev 14 sal e têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dide meşandin. Konferansa ku hat lidarxistin encama vê berxwedanê ye, divê Kurd bi yek helwest bin da ku bikarin mafên xwe misoger bikin û cihê xwe di avakirina Sûriyeya siberojê de bigirin. Em wek gelê Bakurê Kurdistanê dil û mêjiyê me li Rojava ye, em her tim qala berxwedana vir dikin, em ê heya dawiyê piştgiriya Rojava bikin.”

(k)

ANHA