Ji merasîma şehîd Karker Tolhildan: Şehîd Karker ji damezrînerên HREʹyê bû

Fermandar, şehîd Karker Tolhildan yek ji damezrînerên HREʹyê di 2018ʹan de bû û di derbekirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de xwedî roleke mezin bû. Îro li kantona Efrîn û Şehbayê ji bo wî merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.

26 îlon, 2024   21:03
ŞEHBA

Li Goristana Şehîdên Berxwedanê ya bajarokê Ehrezê merasîmeke xiyabî ji bo fermandarê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Karker Tolhildan hat lidarxistin. Di merasîmê de girseya koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê beşdar bûn. 

Fermandar Karker Tolhildan (Redvan Ulugana) di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de di 10ʹê Hezîrana 2023ʹyan gihaşt asta şehadetê.

Merasîm bi pêşkêşkirina toraneke leşkerî, deqeyeke rêzgirtinê û avêtina 21 guleyan dest pê kir. Dûre fermandarê HREʹyê Zerdeşt Efrîn behsa jiyana leşkerî û şoreşgerî ya şehîd Karker kir, her wiha li ser rola wî di parastina gelê xwe de li dijî êrişên DAIŞʹê û dewleta Tirk a dagirker, rola wî di damezrandina HREʹyê de axivî. Zerdeşt soza şopandina rêça wî nû kir.

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Bilko tevahî şehîd bi bîr anîn û behsa rola şehîd Karker a şopandina rêça mezinên xwe li dijî dijminan kir.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA