Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê sersaxî da malbatên şehîd Gênco Gundik û şehîd Serbest Girkê Spî.

Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin
Ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî taziye hat qebûlkirin
8 gulan, 2026   14:00
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî merasîma sersaxiyê li dar xist. Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê beşdarî merasîmê bûn û sersaxî da malbatên her du şehîdan. 

Merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û anî ziman ku berdêlên şehîdan dane bi peyvan nayê wesifayîn, dilsoziya bi şehîdan re bi pêkanîna wesiyetên wan dibe.

Endamê PYD'ê Mihemed Ebdurehman jî di merasîmê de diyar kir ku rêya her dirust rêya şehîdan û bi saya şehîdan gel heye û mafên wan parastî ye.

Mihemed Ebdurehman banga şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna armancên wan ên jiyaneke hevbeş û aştiyane.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Fermandarê TOL'ê Gênco Gundik (Abdullah Remedan) û şervanê QSD'ê Serbest Girê Spî (Mihemed Reşîd) 18'ê Çileya îsal li ser rêya Ebyedê de şehîd bûbûn.

(bb)

ANHA