Ji bo bîranîna şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo mûm hatin vêxistin

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, şehîdên Şaredariyê yê ku di encama êrişeke dijminane di sala 2014'an de şehîd bûn, mûm li ber avahiya Şaredariyê vêxistin û ew bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo mûm hatin vêxistin
Ji bo bîranîna şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo mûm hatin vêxistin
Ji bo bîranîna şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo mûm hatin vêxistin
Ji bo bîranîna şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo mûm hatin vêxistin
Ji bo bîranîna şehîdên Şaredariya Gel a Qamişlo mûm hatin vêxistin
11 adar, 2026   22:11
QAMIŞLO

 Şaredariya Gel a bajarê  Qamişlo bi boneya salvegera 12'emîn a êrişa 11'ê Adara 2014'an a li ser şaredariyê ku di encamê de 10 kes hatin kuştin, li ber avahiya şaredariyê çalakiyeke vêxistina mûman li dar xist.

Endamên şaredariyê û karmendên wê beşdarî çalakiyê bûn û ji bo bîranîna şehîdan mûm hatin pêxistin.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo yek ji saziyên pêşîn ên Rêveberiya Xweser e ku di 21'ê Çileya 2014'an de hate ragihandin.

(ac)

ANHA