`Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tevlî kampanya navneteweyî bibin`

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan bang li tevahî rêxistinên mirovî kirin ku bi erka xwe rabin û dawî li sîstema îşkence û qirkirinê bînin. Her wiha bang li tevahî gelê azadîxwaz jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

`Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tevlî kampanya navneteweyî bibin`
24 mijdar, 2024   13:18
ŞEHBA

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan têkildarî biryara dawîn a desthilata Tirk ku nahêle parêzer bi Rêber Abdullah Ocalan heta 6 mehan hevdîtinê bikin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li gundê Til Sosînê ya bajarê Ehdasê, ji hêla parazer Roşîn Hido û endama Yekitiya Mamosteyan Ebdurehman Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthildariya dewleta Tirk hîna jî polîtîkaya qirkirin û sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, gelek caran bê navber ferzkirina cezayê bi navê cezayên dîsîplînê dimeşîne, herî dawî jî ji bo 6 mehan nû kir.

Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kir ku armanca dewletê Tirk ew e ku Rêber Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar bihêle û zextê li Rêber Abdullah Ocalan dike û wî neçar dike ku tawîzan bide dewleta Tirk. 

Parêzeran bang li Kurdistaniyên li çar parçeyan û hemû cîhanê kirin ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tevlî kampanya navneteweyî bibin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan ên bi pêşengiya Konseya Mafên Mirovan, Desteya Tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku erka xwe ya exlaqî û yasayî pêk rabin û dawî li sîstema îşkence û qirkirinê bînin.

(zş/bb)

ANHA