Hêzên ewlekariyê yên Rûsyayê hewldaneke êrişê li başûrê Rûsyayê têk bir

Hêzên ewlekariya federalî (FSB) ragihand ku 3 welatiyên ji dewleteke Asyaya Navîn ku plan kiribû êrişekê li başûrê Rûsyayê pêk bînin.

Hêzên ewlekariyê yên Rûsyayê hewldaneke êrişê li başûrê Rûsyayê têk bir
29 adar, 2024   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanasa nûçeyan a Rûsyayê da zanîn ku hêzên ewlekariyê çalakiya terorî ya 3 welatiyên ji dewletên Asyaya Navîn betal kir. Wan welatiyan plan dikir li cihekî giştî li herêma Stavropol pêk bînin.

Berî hefteyekê li hola ahengên muzîkê li nêzî Moskovê êrişek pêk hat. Tê de herî kêm 144 kesan jiyana xwe ji dest da.

(mh)