Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist

Hevgirtina Al El Beyet der barê girîngiya îlhamgirtina ji rêbaza Pêxember di avakirina civatek hevgirtî û exlaqî de penelek li bajarê Hesekê li dar xist.

Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
7 hezîran, 2026   16:00
HESEKÊ

Panel bi navê "Berpirsiyarî û Rola Al Beyet di Sazkirina Nirxên Îslamê û Exlaqa Pêxembertiyê de" li Hola Tevgera Hîlala Zêrîn a li bajarê Hesekê pêk hat. Endamên hevgirtinê, nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên siyasî û saziyên olî beşdar bûn.

Panel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre beşda yekem ji aliyê serokê Hevgiritna Al El Beyet li Herêma Cizîrê Şêx Sînan Seydoş ve hate birêvebirin.

Şêx Seydoş di destpêkê de diyar kir ku mijara panelê "ne tenê sernavek e, lê belê bangek e ji bo berpirsiyariya dîrokî û baweriya pêxember ya ku Ehlubeytê di seranserê serdeman de hilgirtiye."

JINÊN AL EL BEYET NIMÛNEYA AVAKIRINA CIVAKÊ NE

Beşa duyemîn a panelê jî ji hêla rêvebereke Ofîsa Jinan a hevgirtinê Xilûd Ayid Şêx Îsa ve hate birêvebirin.

Xilûd diyar kir ku nirxandina jinên Al El Beyt ne tenê nirxandina kesayetên dîrokî yên ku di demên berê de jiyane ye. Ne tenê serdemek berê, lê dibistanek ramanê ku beşdarî parastina peyama Îslamê û xurtkirina nirxên wê di civakê de bûye.

ZINDÎKIRINA NAMEYA PÊXEMBER JI BO RÛBIRÛBÛNA PIRSGIRÊKÊN SERDEMA ME

Di beşa sêyemîn de, Şêx Ednan El Şazilî nêrînek zanyarî ji bo mekanîzmayên vejandina nirxan û avakirina civakek mirovî ya yekgirtî ya li ser bingeha prensîbên rêbaza Pêxember, ji bo  nû ve avakirinja nirxên exlaqî û mirovî di civakê de vegot.

Di dawiya panelê de, beşdaran nêrîn û têgihiştinên li ser rêbaza sûdwergirtina ji rêbaza Pêxember û girîngiya beşdariya jinan di avakirina civakê de anîn ziman.

(k).