Girtiyên azadiyê 115 roj e di grevê de ne

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd di roja xwe ya 115’an de dewam dike.

Girtiyên azadiyê 115 roj e di grevê de ne
20 adar, 2024   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 115’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya” hate destpêkirin. Girtiyên azadiyê destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên azadiyê bi navê Denîz Kaya di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din da. Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”