Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn a Kobanê xortê ala Sûriyeyê daxistiye girt

Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku xortê ku ala Sûriyeyê di pîrozbahiya Newroza li Kobanê de daxistiye girt.

Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn a Kobanê xortê ala Sûriyeyê daxistiye girt
21 adar, 2026   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê xortê K.A. yê ku ala Sûriyeyê di pîrozbahiya Newrozê li bajêr de daxistiye girt.

Daxuyanî wiha ye:

"Me xortê bi navê K.A yê ku di şahiya Newrozê ya li Kobanê ala Sûriyeyê de anî xwarê girt.

Em weke Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn daxistina ala Sûriyeyê di şahiya Newrozê ya Kobanê de qebûl nakin. Ev yek ji ruhê yekitiya neteweyî ya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, dûr e. Daxistina alê ji aliyê yek kesî ve hatiye kirin û tu aliyekî saziyan temsîl nake. K.A. berpirsyartiya xwe radike û bi serê xwe ev yek kiriye.

Em bang li her kesî dikin ku rêz bidin sembolên welat, em ruhê xwişk û biratiya neteweyî xurtir bikin. Yekitiya neteweyî bingehê girêdana civaka me ye. Aliyên têkildar dê bi awayê qanûnî meselê çareser bikin.

Newroza hemû gelê Sûriyeyê pîroz be. Newroz wê roja aştî, hezkirin, xwişk û biratiya hemû gelan be."