Ferhan Hec Îsa: Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir moraleke mezin da gelê Kobanê

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa diyar kir ku Festîvala Şehîd Bawer Agir a 6’emîn moraleke mezin daye gelê Kobanê.

Ferhan Hec Îsa: Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir moraleke mezin da gelê Kobanê
Ferhan Hec Îsa: Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir moraleke mezin da gelê Kobanê
Ferhan Hec Îsa: Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir moraleke mezin da gelê Kobanê
Ferhan Hec Îsa: Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir moraleke mezin da gelê Kobanê
Ferhan Hec Îsa: Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir moraleke mezin da gelê Kobanê
Ferhan Hec Îsa: Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir moraleke mezin da gelê Kobanê
14 cotmeh, 2025   12:51
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa têkildarî Festîvala Şehîd Bawer Agir a 6’emîn a ji ANHA`yê re axivî.

Ferhan Hec Îsa got: "Gelê me layîqî vê kêşfxweşî û şadiyê ye. Ji ber ku ew bi xwîn û giyanê xwe tê dikoşe.”

Hec Îsa wiha dewam kir: "Di Festîvala Şehîd Bawer de hemû gelê me yê Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê bi çand û hunera xwe amade bû û her pêkhateyek bi reng û dengên xwe beşdar bû. Bi vê festîvalê hate diyarkirin ku rûmeta şehîdên me tê parastin. Şehîdên me bi xwîna xwe gulên azadiyê çandin û îro jî ev gul li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dipişkivin.”

Di dawiya axaftinê de Ferhan Hec Îsa anî ziman ku Festîvala Şehîd Bawer Agir bû semboleke yekbûna civakî.

ANHA