Urdun: 310 dronên barhilgirên hişbirê hatin rûxandin

Artêşa Urdunê ragihand ku wê ji destpêka îsal ve 310 dronên barhilgirên narkotîkê rûxandine û nehiştiye ku bi mîlyonan hebên hişbirê di sînor re derbasî welat bibe.

Urdun: 310 dronên barhilgirên hişbirê hatin rûxandin
20 tîrmeh, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Ragihandina Leşkerî ya Urdunê ragihand ku artêşê ji destpêka îsal (2025) ve 310 dronên barhilgirên madeyên hişbirê rûxandine.

Li gorî daxuyaniyên Rêveberiya Ragihandina Leşkerî ya Urdunê ku Ajansa Nûçeyan a Urdunê weşandiye, "Hêzên çekdar ên Urdunê  ji 1’ê Çileya îsal heya 16’ê Tîrmehê ve, 310 dronên bêmirov ên barhilgirên narkotîk rûxandine."

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku hêzên Urdunê mehane 51 dron anku rojane nêzî 2 dronan bêbandor dikir. Hate zanîn ku ev balafir li asîmanê başûr, başûrê rojhilat, bakur û bakurê rojhilat dihatin rûxandin.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku  "Hêzên çekdar ên Urdunê di nava 6 mehan de li ber derbasbûna 14 mîlyon û 134 hezar û 87 hebên hişbirê, 92 kîlogram û 126 madeyên hişbirê û 10 hezar û 603 gurzên heşîşa hişbir girtiye."

Her wiha hate aşkerakirin ku bazirganên narkotîkê di nava 6 mehan de 69 çalakiyên qaçaxçîtiyê û 69 hewldanên derbaskirina sînor kirine û 84 çek bi kar anîne.

Artêşa Urdunê qaçaxçîtiya madeyên hişber li seranserê sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re, ku di dema desthilatdariya Beşar Esed de bi berfirehî dihatin hilberandin, têk dibe.

(bb)