Jinek Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin

Rêxistina mafên mirov a HRNA’yê eşkere kir ku jinek Kurd a xelkê bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê 8 roj in ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wê ne diyar e.

Jinek Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin
20 tîrmeh, 2025   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRNA’yê, di nûçeyek xwe de ragihand ku 8 roj in jinek Kurd bi navê Ronak Deştî ya xelkê bajarê Kamyaran a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, hatiye binçavkirin û ti agahiyek li ser çarenûsa wê nehatiye wergirtin.

 Hatiye diyarkirin ku Ronak Deştî roja 13’ê Tîrmehê li Kirmaşan ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve bêy fermana dadwer hatiye binçavkirin û birine cihekî nediyar.