Lubnan di navbera şerê Îsraîl û Hizbullah de ye

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hizbullah ve, eniya başûrê Lubnanê ketiye astên herî bilind ên metirsiyê û tu nîşanên agirbestê jî tune ne. Nivîskar û şîrovekarê siyasî Tony Boulos destnîşan kir ku rewşa eniya başûrê Lubnanê tevlihev e û şerê li wir derbasî qonaxa dawîn bûye.

Lubnan di navbera şerê Îsraîl û Hizbullah de ye
26 hezîran, 2024   07:35
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Îsraîl rojane gefên destpêkirina şerekî giştî li dijî Hizbullah li başûrê Lubnanê dixwe. Her wiha şerekî meydanî jî di navbera Îsraîl û Hizbullah de heye. Ev jî dihêle dan û standinên ji bo agirbestê negihîjin tu encamê. Aliyên siyasî yên hundirîn jî şer red dikin û banga pêkanîna biryara /1701/ dikin. Lê Hizbullah bi îsrar dixwaze eniya başûr ji bo destekdayîna Xezayê veke.

Nûnerê Amerîkayê Amos Hoxty ê ku ji Îsraîlê hatiye agahî da berpirsên Lubnanê ku gefxwarina Netanyahu ya girankirina êrişan li dijî Lubnanê cidî ye. Ew jî ger çareseriyeke siyasî ji bo bidawîkirina şerê li başûrê Lubnanê nehat dîtin. Amos Hoxty banga pabendiya bi pêşniyariya serokê Amerîkayê Joe Biden a pêkanîna agirbestê kir. Lê belê ev serdana wî tu tişt li ser erdê neguherand û hîn jî topbaran berdewam e.

Hemwextî wê, sekreterê giştî yê Hizbullah, Hesen Nesrullah vê dawiyê gotibû: "Eger şer dest pê kir, Muqaweme dê bê sînor û qeydan şer bike û ew ji hemû senaryoyan re amade ye."

Nesrullah anîbû ziman ku dê çekên nû dakevin meydanê. Nesrullah Qubris jî hişyar kir û got û ger wê hişt Îsraîlê balafirgeh û baregehên wê ji bo tatbîqatên leşkerî pêk bîne, dê wê weke parçeyekî şer hesab bike.

HIZBULLAH DI NAVA HEWLDANÊN AGIRBESTÊ DE

Ji 8'ê Cotmehê ve Hizbullah biryar da ku eniya başûrê Lubnanê li dijî Îsraîlê ji bo destekdayîna Xezayê veke, da ku her du eniyan bike yek anku bidawîkirina êrişên leşkerî yên li başûrê Lubnanê bi bidawîkirina şerê li Xezayê ve girê bide.

Di encama şerê navbera herdu aliyan de zêdetirî 400 kes li Lubnanê hatin kuştin, ji wan 70 sivîl in. Her wiha 16 leşker û 10 sivîlên Îsraîlî jî hatin kuştin."

Rojnameya The Telegraph a Brîtanî dabû zanîn ku ji gelek salan ve Hizbullah balafirgeha Refîq El Herîrî ya Beyrûtê ji bo veguhastina çekan û cebilxaneyê bi kar tîne. Ev jî dihêle balafirgeh bibe armanceke Îsraîlê. Rojnameyê diyar kiribû ku sendoqên mezin ji Îranê tên balafirgeha Beyrûtê.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Tony Boulos ji ajansa me re diyar kir ku eniya başûrê Lubnanê êdî ketiye asta herî bilind a metirsiyê, nexasim ku tu nîşanên agirbestê jî tune ne.

Der barê axaftina dawîn a Nesrullah de, Boulos got: "Ev daxuyanî wek ragihandina destpêka şerê li dijî gelek dewletan e. Nesrullah gotibû Amerîka û Brîtanya hevkarên Îsraîlê ne û eger ew bi Îsraîlê re di tu operasyonên leşkerî de beşdar bibin, ew ê wan hedef bigire."

Tony Boulos diyar kir ku daxuyaniya dawîn a Nesrullah xebatên dan û standinên agirbestê asteng kir û got: "Em ê heta mehekê binêrin bê li başûr çi be. Yan rewş dê aloztir be yan jî dan û standin dê bi rê ve biçin û rewş aramtir be."

Boulos destnîşan kir ku ji destpêka şer ve Lubnan di qonaxa herî xeternak de ye û Hizbullah bi vê yekê serweriya dewleta Lubnanê bin pê dike. Nesrullah biryarên şer û aştiyê dide.

Boulus diyar kir ku êdî Lubnan ji hêla Hizbullah ve dorpêçkirî ye û ev jî tê wateya ku Lubnan di îzolekirinekê de ye.

Li hemberî hewldanên rêvebirina dan û standinên ji bo agirbestê, şerekî giştî li dijî Lubnanê diqewime û kes nizane rewş dê çawa be. Lê belê ya teqez ew e ku başûrê Lubnanê li hember 2 rêyan e, yan ew ê dan û standinên agirbestê bi rê ve bibe yan jî dê bihêle şerekî giştî ku Lubnanê wêran bike, dest pê bike.

(mh)

ANHA