Ronameyên erebî: Vegera penaberên sûriyeyî û şerê li Xezayê 

Rojnameyên erebî di weşana xwe yên îro de ragihand ku dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê û bal kişand li ser rewşa Iraqê û danûstandinên agirbestê yên navbera Hemas û Îsraîlê.

Ronameyên erebî: Vegera penaberên sûriyeyî û şerê li Xezayê 
26 hezîran 2024   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê têkildarî axaftina li ser derketina lîderên Hemasê ji Xezayê ber bi Iraqê ve li şûna biçe cem dostên xwe wek Qeter, Tirkiye û Îranê nûçeyek bi sernavê "Çûyîna Hemas a Iraqê piştî şer dostan ji şermkirinê xilas dike, weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de behsa çûyîna lîderên Hemasê li derveyî Qeter kir û fişarên li ser tevgerê ji bo ku dîlgirtiyên îsraîlî berde bi ser neketin. Tê destnîşankirin ku lîderên Hemasê dê biçin Iraqê.

Rojnameyê cih da nûçeyekê ku rojnameya The National parve kiriye ku tevgera Hemasê plan dike ji Qeterê derkeve û biçe Iraqê, Bexdayê jî meha borî ev gav erê kiriye û Îran jî dê parastina lîderên Hemasê û nivîsgehên wê yên li Bexdayê bike.

EL BEYSERÎ LI ŞAMÊ YE: MÎQATÎ JI PEYWENDIYA RASTERAST XWE DIDE ALÎ

Rojnameya El Exbar a Lubnanê di nûçeya xwe de cih da dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê û balkişand ser serdana mudirê ewlehiya giştî ya Lubnanê Ilyas El Beyserî ji Şamê re û hevdîtina wî li gel serokê nivsîgeha ewlehiya nîştimanî ya hikumeta Şamê Kîfah Mulhim û Elî El Memlûk.

Rojnameyê 2 xalên sereke yên aşlere kir xala yekî girêdayî sûrî yên di girtîgehên Lubnanê de ku her du aliyan radestkirina wan li gorî lihevkirina di navbera her du welatan de gotubêj kiriye.

Xala duyemîn jî wek di nûçeya rojnameyê de hatiye bibîrxistin, der barê derxistina penaberên sûriyeyî ji Lubnanê ye.

Rojnameyê da zanîn ku El Beyserî rayedarên sûriyeyî agahdar kiriye ku Lubnan plan dike hejmareke zêde ya penaberan vegerîne Sûriyeyê. Li gorî agahiyên ku rojnameyê parve kirin, rayedarên hikumeta Şamê ji El Beyserî re destnîşan kirine ku ew amade ne penaberên ku dixwazin vegerin, bê şert pêwşazî bike.

`PLANA C` YA AGIRBESTA XEZAYÊ LI PÊŞIYA NAVBEYNKARAN ASTENGÎ YE

Rojnameya Şerq El Ewsat bi bîr xist ku "planeke din" a Îsraîlê ji bo şerê li Xezayê heye û ev plan hewldanên navbeynkaran ji bo danûstandinên di navbera Hemas û Til Evîvê de astengî ye.

Rojnameyê cih da nirxandina pisporan ku ev plan bi danûstandinan bêkirin û gotin divê Amerîka fişarê bike ji bo ku bê betalkirin.

Rojnameyê cih da duşemê wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant şandeyê Amerîka yê taybet Amos Hockstein agahdar kiriye ku Îsraîl amade ye derbasî "pêvajoya din" a şer bibe û Til Eviv di aliyê leşkerî û siyasî de ji vê gavê re hazir e.

Rojnameyê nirxandina wezîrê karên derve yê Misrê yê berê Rexa Ehmed Hesen parve kir ku Hemas "plana C" ya Îsraîlê qebûl nake û ev plan dê hewldanên navbeynkaran asteng bike û dê danûstandinan ku Netaynahu agirbestê red dike.

(şx)