Di salvegera 11`an a ANHA`yê de serdana gorên şehîdan hate kirin

Bi boneya salvegera 11`an a damezirandina ANHA`yê xebatkar û nûçegihanên me û malbatên nûçegihanên me yên şehîd Dilîşan, Rizgar, Hogir, Seed û Îsam serdana gorên şehîdan kir.

1 adar, 2024   12:55
HESEKÊ

Ajansa me (Ajansa Nûçeyan a Hawarê - ANHA) di 1`ê Adara 2013`an de hate avakirin. Îro salvegera wê ya 11`an e û bi vê boneyê nûçegihanên me û malbatên nûçegihanên me yên şehîd bûne wek Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Rizgar Deniz, Seed Ehmed û Îsam Ebdullah serdana gorên şehîdan kirin. 

Di oxira lêgerîna rastiyê de 5 nûçegihanên me şehîd bûn. Di 12`ê Cotmeha 2017`an de hevalên me Rizgar Deniz, Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de dema rizgarkirina şêniyan ji hovîtiya DAIŞ`ê dişopand, Hogir û Dilîşan şehîd bûn, Rizgar bi giranî birîndar bû. Piştî 2 mehan di 18`ê Kanûna 2018`an de Rizgar şehîd bû.

Di 13`ê Cotmeha 2019`an de hevalê me Seed Ehmed dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê dişopandin, şehîd bû. Hevalê me Îsam Ebdullah jî di 20`ê Mijdara 2022`yan de di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Teqel Beqel ê bajarê Dêrikê de şehîd bû.

Nûçegihanên me vê sibê serdana gorî şehîd Seed a li Pakrewangeha li navçeya Til Temirê, gora şehîd Dilîşan a li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li Kobanê, gora şehîd Îsam li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik û gora şehîd Hogir r a li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan û gora rojnamevanê şehîd Seyîd Evran kir. Şehîd Rizgar jî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hate bîranîn.

Di serdanê de nûçegihanan soz da ku têkoşîn û mîrasa şehîdan biparêzin û berdewam bikin.

(şx)

DÊRIK

KOBANÊ

TIL TEMIR

QAMIŞLO