Di rafîneya kalorîferê ya avahiyeke Qamişloyê de şewat

Vê sibehê agir bi rafîneya kalorîferê ya avahiyeke li Qamişloyê ket, piştî hewldanên zêdetirî saetekê agir hate vemirandin.

1 mijdar, 2025   09:21
QAMIŞLO

Di saetên sibehê de li avahiyeke li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê agir bi rafîneya kalorîferê (sofacj) ket.

Di avahiyê de 5 mal hene, lê tenê malekê kalorîfera xwe vêxistibû û agir bi kalorîfera wê malê ket. Hate zanîn ku ji ber ku depoya mazotê teqiyabû û li derdorê mazot herikiye, agir gurtir bûye.

Tîmên agirkuj çûn cihê bûyerê, piştî hewldanên zêdetirî saetekê agir hate vemirandin.

Malbatê diyar kir ku piştî çaksaziya kalorîferê wan ew vêxistiye, çeksazê wan jî ji wan re gotiye hûn dikarin bi kar bînin.

Di encama şewatê de zirarên canî çênebûn. Lê ji ber agir li ser banê avahiyê bû depoyên avê yên şêniyan zirar dîtin.

(sb)

ANHA