Di qezayên trafîkê yên rojekê de 29 kes birîndar bûne

Li Sûriyeyê duh 24 qezayên trafîkê qewimîn û di encamê de 29 kes birîndar bûne.

Di qezayên trafîkê yên rojekê de 29 kes birîndar bûne
12 tebax, 2026   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên Parastina Sivîl a Wezareta Birêvebirina Rewşên Awarte û Karesatan ragihand ku duh (sêşem) 24 qezayên trafîkê qewimîne û di encamê de 29 kes birîndar bûne.

Tîmên Parastina Sivîl hişyarî da ku ajokar di çarçoveya rê û rêzikên trafîkê tev bigerin û baldar bin.

10`ê Tebaxê jî li Sûriyeyê 23 qezayên trafîkê qewimîbûn û di encamê de 30 kes birîndar bûbûn. Her wiha 127 şewat derketibûn.

(np)