Di êrişa Kobanê de di nav de zarokek 2 kes şehîd bûn

Di encama êrişa artêşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Ceida Mezin a li gundewarê başûrê rojavayê Kobanê de di nav de zarokek 2 kes şehîd bûn û 2 zarok jî birîndar bûn.

Di êrişa Kobanê de di nav de zarokek 2 kes şehîd bûn
10 kanûn, 2024   21:32
KOBANÊ

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji Kobanê dane, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên berêvara îro de gundê Ceida Mezin ê gundewarê başûrê rojavayê topbaran kir. 

Çavkaniyan diyar kir ku di encama êrişan de di nav de zarokek 2 kes şehîd bûn û navên wan wiha ne: Mehmûd Şêx Elî (12) û Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25).

Navên zarokên birîndar jî wiha ne: Omer Mehmûd Şêx Elî (10) û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8).

(fr)