Di êrişa DAIŞ`ê de 3 endamên komeke girêdayî hikumeta Şamê hatin kuştin

Di kemîneke DAIŞ`ê de ya li ser rêya Palmîra û Hismê, 3 endamên Koma Lîwa El Quds hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa DAIŞ`ê de 3 endamên komeke girêdayî hikumeta Şamê hatin kuştin
28 adar, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên DAIŞ`ê li nêzî çerxerêya Hecar a li ser rêya Palmîra û Himsê erebeyeke leşkerî ya koma ’Lîwa El Quds’  ya girêdayî hikumeta Şamê kir hedef. Di encamê de 3 endamên komê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji destpêka 2024`an ve di encama êrişên li çolistana Sûriyeyê de 256 kes hatine kuştin; 37 şênî ne ku di nav de zarokek heye, her wiha 159 leşkerên hikumeta Şamê û endamên komên alîgirên wê ne ku 25 jê milîsên Îranê ne.

(şx)