Di çalakiya li Dêrikê de daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên şer kirin

Jinan di mitînga 8`ê Adarê de xwestin dîlgirtiyên şer serbest werin berdan û deskeftiyên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê werin parastin.

Di çalakiya li Dêrikê de daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên şer kirin
Di çalakiya li Dêrikê de daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên şer kirin
Di çalakiya li Dêrikê de daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên şer kirin
Di çalakiya li Dêrikê de daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên şer kirin
8 adar, 2026   15:02
QAMIŞLO

Meclisa Kongra Star a bajarê Dêrikê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mitîngek li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a  Şehîd Bawer organize kir.

Mitîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo 8`ê Adarê hat xwendin.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsiv axivî û balkişand ser serkeftin û deskeftiyên jinan di şoreşa Rojava de û got jin di gelek aliyan de rolê xwe leyîst û divê deskeftiyên jin werin parastin.

Perwîn Yûsiv di berdewama axavtina xwe de wiha got:"Em di pêvajoyeke hesas ku Sûriyeyê û tevahiya herêm tê re derbas dibe Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Jin li hemberî hemû plan û êrişên li ser jin û gel têkoşîneke xurt kirin. Bi taybet şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastina herêmê û jinan têkoşîn kirin û bedel dan. Em dixwazin hikûmeta demkî ya Sûriyeyê şervan û sivîlên di şer de dîl hatine girtin, serbest berdin. Em weke jin heyanî dîlgirtiyên şer serbest werin berdan, em ê tê bikoşin. "

Mitîng bi dirûşmên girêdayî jinan û dîlgirtiyên şer bi dawî bû.

(np)

ANHA