Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir

Piştî bidawîbûna ji nû ve avakirina wê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê Dibistana Şehîd Ehmed El Casim vekir.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir
Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanek li Reqayê vekir
6 mijdar, 2025   14:36
REQA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê, Dibistana Şehîd Ehmed El Casim vekir. Ev dibistan di çarçoveya projeyên 2025'an de ji nû ve hat avakirin. 

Di merasîma vekirinê de hevserokên desteyê, nûnerên Meclisa Rêveber, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Perwere û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbatên xwendekaran beşdar bûn.

Di 2017'an de di pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê de, dibistan bi temamî hat rûxandin. Di dibistanê de 30 fêrgeh hene û heta hezar xwendekarên qonaxa seretayî dihewîne.

Di serî de bi navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê hevseroka wê Zelîxe Ebdî bixêrhatina mêvanan, malbatên şehîdan û malbata şehîd Ehmed El Casim kir û got: "Îro bi fermî me dest bi dewama dibistanê kir da ku di rûpelên dîrokî de mohr were lêxistin ku projeya Rêveberiya Xweser projeya gihandina mirovan bi rêya fêrkirinê ye."

Zelîxe Ebdî got: "Bi saya xwîna şehîdan em rizgar bûn û me Reqa wekî berê û xweştir vegerand. Em bawer in ku Reqaya me hêja ye, ji ber wê em ê avakirinê bidomînin."

Piştre Koma Kewkeb El Tifûlê ya Meclisa Malbatên Şehîdan berhemên hunerî pêşkêş kirin. Di dawiya merasîmê de dayika şehîd Ehmed El Casim, Wedha El Elî şirîta vekirinê birî.

Ji destpêka îsal ve Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê 4 dibistanên ku bi temamî hatibûn rûxandin, ji nû ve ava kirin, yek ji wan Dibistana Şehîd Ehmed El Casim e.

Ehmed El Casim ê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 18'ê Tîrmeha 2017'an de di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû.

(mh)

ANHA