Dermankirina Pexşan Ezîzî hat astengkirin

Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Êvînê girtî ye, ji ber serêşeke dijwar xwestiye biçe cem doktor, lê daxwaza wê ya dermankirinê hatiye astengkirin.

Dermankirina Pexşan Ezîzî hat astengkirin
23 îlon, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê îdamê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Evînê ya lê tê girtin pirsgirêkên tendirustî dijî. Hat zanîn ku daxwaza wê ya dermankirinê hatiye astengkirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a Pexşan Ezîzî hatiye dayîn de wiha hat gotin: “Pexşan Ezîzî rastî êşa giran a serêşê tê û malbata wê ji bo dermankirinê mesrefên bijîşk qebûl kirine. Lê tevî vê yekê jî nehiştin biçe cem bijîjk.”