Şêwirmenda Beşar Esad: Tirkiye ji bo berjewendiyê xwe mijara nêzîkbûnê dike rojev

Şêwirmenda taybet a  Beşar Esed xîtabî Tirkiyeyê kir û got: "Tirkiye beşek ji herêmên me dagir kiriye û kiryarên tirkkirinê yên xeternak û kirêt dimeşîne."

Şêwirmenda Beşar Esad: Tirkiye ji bo berjewendiyê xwe mijara nêzîkbûnê dike rojev
25 îlon, 2024   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

şêwirmenda taybet a Beşar Esad Buseyna Şaban di semînerekê li Seltenet Eman de diyar kir ku Tirkan ji bo berjewendiya xwe mijara nêzîkbûna bi Sûriyeyê re di aliyê çapemeniyê de bi kar anî, tevahî pirs dikin ku çima Sûriye bersivê nade xwestekên Tirkiyeyê û got: "Îro Tirkiye beşên ji herêmên me dagir dike. Ew beşên li ber dilê me ezîz, buha û dewlend ên ji bakurê rojavayê Sûriyeyê dagir kirine. Ew kiryarên tirkkirinê yên xeternak û krêt pêk tînin."

Buseyna wiha domand: "Dema Erdogan daxuyaniyên li ser xwestekên xwe yên nêzîkbûna bi Sûriyeyê re beriya hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyeyê kirine, bi armancên hilbijartinê bûn. Lê tiştekî ku bixwazin pêşkêş bikin tune ne. Ew dixwazin tiştên li ser erdê dikin biparêzin, herêmên me dagir bikin, gendeliyê belav bikin, Kurdan derbe bikin. Piştre jî dixwazin em bi wan re dost bin, lê ev yek nabe."

Buseyna wiha dawî li gotina xwe anî: "Sûriye li ser zimanê serok Beşar Esed got ʹDivê aliyê Tirkiyeyê biryara vekişînê bide. Me ji wan re negotiye tavilê vekişin. Dema naxwazin biryara vekişînê bidin em li ser maseyê rûnanin. Ev jî mafê me ye. Tiştên ji aliyê Tirkan ve di ragihandinê de tê pêşkêşkirin derewên ragihandinê de ne û Erdogan ji bo destkeftiyên hundirîn an jî destkeftiyên li herêmê yan jî destkeftiyên bi NATOʹyê re bi kar tîneʹ."

(fr)