Birîndarê êrişê merheleya xetere derbas kir

Welatiyê bi navê Xalid Kamil El Hîlal ê di encama êrişaa dewleta Tirk a dagirker de ya li dijî gundewarê kantona Minbicê birîndar bibû, piştî emeliyet kir merheleya xetere derbas kir.

Birîndarê êrişê merheleya xetere derbas kir
28 hezîran 2024   18:17
MINBIC

Şeva borî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê El Derc ê bakurê kantona Minbicê kiribû hedef. Di encama topbaranê de de şêniyê bi navê Îbrahîm Derc Semo (45) şehîd bû û şêniyê bi navê Xalid Kamil El Hîlal (26) ji serê xwe de birîndar bû.

Welatiyê birîndar ji bo nexweşxaneya Dar El Şîfa hat veguhestin.

Li gorî agahiyên ku bijîşkên nexweşxaneya Dar El Şîfa dane ajansa me, El Hîlal di serê xwe de emeliyat kir û emeliyet bi serketî derbas bû. Bijîşakn destnîşan kirin ku El Hîlan merheleya xetereyê derbas kiriye.

(mh)

ANHA