Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin

Bijîşkên ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê hatin Rojava, îro li bajarê Qamişloyê bi 5 tîman li nava koçberan geriyan, nexweş tedawî kirin û derman dan nexweşan.

Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
Bijîşkên ji Başûr koçberan tedawî dikin
5 sibat, 2026   15:46
QAMIŞLO

Bi hevbeşiya Desteya Tendirûstiyê ya Rojavayê Kurdistanê û Heyva Sor a Kurd 19 bijîşkên ji bajarê Silêmaniyê û Hewlerê di 1’ê Sibatê de ji bo piştgiriya bi Rojava re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. 

Piştî şandeya bijîşkan du rojan li bajarê Dêrikê li nava koçber û birîndaran geriya, duh derbasî bajarê Qamişloyê bûn, serdana Heyva Sor û Meclîsa Rêveber a Cizîrê kirin.

Bijîşkan îro bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Desteya Tendirûstiyê 5 tîm ava kirin û li nava dibistanên ku koçber tê de hatine bicihkirin geriyan.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa diyar kir ku li ser bangawaziya wan tîmeke bijîşkên ji Başûr hatin Rojava û wiha axivî: “Bi koçberan û birîndaran re dibin alîkar. Nihek derman bi xwe re jî anîbûn. Heta niha bi rêya 15 kilînîkên gerok ên Heyva Sor di nava koçberan de digerin û koçberan tedawî dikin.

Yek ji bijîşkên di şandeyê de Serko Xalid diyar kir ku hêjmara koçberan pir e û nexweş jî pir bin, riska nexweşiyan heye taybet jî ji bo zarokan. Serko Xalid ew hewl didin van rîskan kêm bikin û alîkar bin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin bêjin ku bijîşk dikarin bên herêmê û bibin alîkar.”

Bijîşkan koçberên nexweş tedawî kirin û derman dan koçberan.

(bî)

ANHA