Banga Desteya Tenduristiyê ji bo piştgiriya koçberan

Desteya Tenduristiyê bang li hemû beşên nexweşxaneyan kir ku bi wergirtina nexweşan li nexweşxaneyan alîkariyên pêwîst ji bo kesên hewcedar û koçberên ji herêmên şer hatine, pêşkêş bikin.

Banga Desteya Tenduristiyê ji bo piştgiriya koçberan
3 kanûn, 2024   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek belav kir. 

Di biryarnameyê de hate gotin: “Ji ber hatina hejmareke mezin a welatiyên me yên bi darê zorê ji herêma Şehbayê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser hatine koçberkirin, li gorî nirxên xwe yên exlaqî û erkên xwe yên mirovî, em bang li hemû rêveberiyên nexweşxaneyan dikin ku bi hevkarî û hevahengiyê alîkariyên tenduristiyê yên pêwîst bê pere pêşkêşî kesên hewcedar, bi wergirtina nexweşan li nexweşxaneyan, bikin.”

Ji duh ve bi hezaran şêniyên bajarê Helebê, herêma Şehba û Til Rifetê ber bi herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve diçin.  Di encama êrişan de bi dehan kes bi giranî birîndar bûne û gelek kes jî ji ber serma, birçîbûn û kêmasiya erzaq û avê, tûşî pirsgirêkên tenduristiyê bûne.